Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê nûçeyên ku dibêjin yekîneyên wan li pey teqîn û rûdanên dawî yên li Efrînê ne, derewand û got, armanc ji van îdiyan belavkirina şerê taybet e.
Navenda Ragihand û Çapemeniya YPG li ser mijarê daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya twîtterê parve kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Tu têkiliya hêzên me bi teqîn û rûdanên dawî yên li Efrînê re nîn e.
Derew û îdiayên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên belavkirin bi armanca şerê taybet tên belavkirin.
Hêzên me li wê herêma nav-borî nîn in”…