Hevpeymaniya Erebî ragihand 2 mûşekên balistîk ên Hûsiyan ku ber bi bajarê Xemîs Mişêt û Necran ên Erebistana Siûdî ve hatin berdan, hatin rûxandin.
Hevpeymaniyê got ku 4 dronên Hûsiyan ên ku ber bi Xemîs Mişêtê ve haitn avêtin, hatin rûxandin.
Berî wê jî, Hevpeymaniya Erebî 3 dronên Hûsiyan ên bombebarkirî rûxandibûn.
Hevpeymaniya Erebî diyar kir ku êrîşên çekdarên Hûsî, tenê di çarçoveya armanckirina sivîlan de ne.
Li aliyekî din, 4 sivîl li parêzgeha Hudeydayê ji ber teqîna mayineke Hûsiyan birîdar bûn.