Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya pêngava têkoşîna li dijî hişbirê de, miqdareke madeyên hişbirê şewitandin û hezar û 875 bikarhênerên madeyîn hişbirê û bazirgan girtin.
Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Hişbirê, duh Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreyeke çapemeniyê bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser li Qamişlo pêk anî.
Di kongreyê de, Endamê Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Etiya El-Neima destnîşan kir ku piştî binkeftina dewleta Tirk di têkbirina projeya Rêveberiya Xweser de serî li rêbazên din dan, ji wan belavkirina şerê taybet û madeyên hişbirê ye.
El-Neima spasiya Hêzên asayîşê û hemû saziyên ku di tunekirina madeyên hişbirê di civakê de ked dane, kir.
Hevserokê Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco jî got:
“Em ê têkoşîna li dijî dijminên ku hewl didin herêmên me wêran bikin û sivîlan bikujin, bidomînin, bi sekin û berxwedana gelan û xwîna şehîdên leheng me zilm û teror têk birin.”
Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen bi daxuynieykê bidawîkirina pêngava “li dijî hişbirê jiyan berpirsyar e” ragihand.
Asayîşê eşkere kir ku hêzên wan di çarçoveya pêngava xwe de, 24 hezar û 618 Giram ji cûreyên cûda yên madeyên hişbirê desteser kirin.
Her wiha hate destnîşan kirin ku hezar û 875 kesên bikarhênerên madeyîn hişbir hatin girtin.
Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn teqez kir ku ne ji berpirsyartiya ewlehî û exalqî ya gel baya ev xebat wê bê encam baye.
Kongra Asayîşê bi şewitandina madeyîn hişbir bi dawî bû.
Madeyên hişbirê yên hatine desteserkirin ev in:
840 hezar û 605 hebên hişbirê
626 derziyên hişbirê
Tonek û 700 kîlogram heşîş
2 hezar û 637 gram heşîşa hevîrî
3 kîlo û 495 gram tovên heşîşê
3 hezar û 888 şitlên heşîşê
Hezar û 189 gurzên heşîş
34 kîlo gram heşîşa ernûs
199 çixareyên bi heşîşê