Balafirên şer ê dewleta Tirk Deşta Nînowa herêma Şêxan bobebaran kir

Balafirên şer ên Tirk cara yekem gundên ser bi Şêxanê ya Deşta Nînowayê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Tirk, şevê din gundên ser bi navçeya Şêxan a deşta Nînowayê ku dikeve ser parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

Li gorî medyaya Iraqê, êrîş li dijî gundên Şêxanê û çiyayê Xêrê pêkhatiye.

Cara yekemîne ku ev herêm ji aliyê balafirên Tirk ve tê bombebaran kirin û beşeke zêde ya niştecihên Şêxanê jî Êzîdî ne.

Têkildarî zirer û ziyanan heya niha ti agahiyek zelal bidest neketiye.

Back to top button