Artêşa Efxanî 193 Talîbanî kuştin û 110 jî birîndar kirin

Wezareta Parastinê ya Efxanî ragihand ku di nava 24 saetên dawiyê de, 193 endamên Talebanê hatin kuştin.

Wezareta da xuyakirin ku di encama şerê li bajarê Nengerhar, Mîdan, Qendehar û çend bajarên din de, 193 endamên tevgera Talebanê hatin kuştin û 110 jî birîndar bûn.

Wezaretê her wiha da zanîn ku tibabeke çek û cebilxaneya Talebanê hate desteserkirin û hin veşartgehên wan hatin rûxandin.

Çend roj in, piştî vekişîna hêzên Amerîkî, di navbera hêzên Efxanî û tevgera Talebanê de şerekî giran rû dide.

Ji ber şerê her du aliyan, bi hezaran sivîl ji malên xwe derbider dibin.

Back to top button