Istixbarat Tirkiyê ji navçeya Raco sivîlekî 32 salî revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê naveber dewam dikin.
Dagirkeran li navçeya Raco sivîlekî 32 salî revand. Li bajarê Efrînê jî çar malbat bi darê zorê ji malên xwe hatin derxsitin.
Di çarçoveya guhartina demografîk de jî dewleta Tirk a dagirker wargeheke din li navçeya Mabata ava dike.

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê her diçe zêde dibe.

Li navçeya Raco, Istixbarta dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Hozan Mihemed Tobo yê 32 salî yê ji gundê Qerebaba revand.

Li gorî Rêxitina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî, ew sivîl beriya hefteyekê hatiye revandin, heya niha jî çerenûsa wî nediyar e.

Bi darêzorê çar malbatên Efrînî ji malên xwe hatin derxistin

Her wiha li taxa Eşrefiyê yê Efrînê çeteyan gelek malên Efrîniyan destser kirin û bi darê zorê xwedeyî malan hatin derxistin.

Çeteyan malên şêniyên bi navê Mihemed Dawid, Eslan Elîbikê عليبكة, Mihemed Elî û Remzî Mihemed desteser kirin.

Li gorî Rêxistinê, piştî malbat ji malên xwe hatin derxistin, çeteyan malbatên xwe lê bi cih kirin.

Li gundê Avrazê yê Mabata wargeheke din ji çeteyan re tê avakirin

Di çarçoveya guhartina demografîk de jî, dewleta Tirk a dagirker avakirina wargehan ji çeteyan re didomîne.

Di vê derbarê de televezyona me Ronahî TV ji çavkeniyên xwe yên li herêma Efrînê dîmenek bi dest xist.

Di dîmen de xuya dibe ku dagirkeran wargeheke nû li nêzî gundê Avrazê yê Mabata ava dike.

Back to top button