Li Yemen…di nava 3 rojan ji şerê li herêma Marîbê de 11 kes mirin

Li bajarê Marîbê yê bakurê Yemenê di şerê navbera Hûsiyên Şiî û hêzên hikumetê de şer derket.
Tenê di nava 3 rojên dawiyê de, 111 kes mirin.

Li gorî nûçeya ajansa AFP’ê, diyar kir ku ji êvara çarşemê heta sibeha îro di şer de 16 leşkerên hikumetê û 34 çekdarên Hûsî hatine kuştin.

Di şerê pêrşem û înê de jî 13 leşkerên hikumetê û 48 Hûsî hatibûn kuştin.

Hûsî li ser mijara windabûna xwe agahiyê nadin, ji ber vê bi agahiyên ji kanên din miorv nikare piştrast bike.

Tê gotin piraniya çekdarên Hûsî bi êrîşa hewayî ya Koalîasyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî hatine kuştin.

Li sê eniyên herêmê, Hûsiyan dest bi êrişê kiribû.

Piştî ku paytexta Sana 2014’an kete destê Hûsiyan, şerekî giran dest pê kir.

Li gorî rêxistinên mafê mirovan bi deh hezaran kes mirin.

NY’yê diyar kir bi milyonan kes mecbûr man ku koçber bibin.

Her wiha pêwistiya 16 milyon Yemenî ya bi alîkariya mirovî jî heye.

Back to top button