Leşkerên Tirk 2 penaber kuştin û 12 jî birîndar kirin

Leşkerên dewleta Tirk li navçeya Berwariyê gule li wesayîteke ku penaber tê de bûn reşandin di encamê de 2 penaberan jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Berwarî ya Sêrtê, leşkerên Tirk li nêzî bajarokê Begendîkê li wesayitekê reşandin ku 84 penaberên ji Afganistan û Pakistanê tê de bûn.

Di encamê de 2 penaberan jiyana xwe ji dest dan û 12 jî hatin birîndar kirin.

Penaberên birîndar li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê tên derman kirin.

Her wiha ajokarê wesayîtê hate destgîrkirin û penaberên din jî ji cihê bûyerê reviyan.

Walîtiya Sêrtê da zanîn ku wan hişiyar dan lê ji ber guh nedan hişyariyê di encamê de leşkeran gule li wan reşandin.

Back to top button