Li gundê Ezêr ê Şengalê ji ber teqîna mayinekê zarokekî jiyana xwe ji dest da

Îro danê sibehê li gundê Ezêr ya navçeya Tilzêr a Şengalê mayinek di zarokê bi navê Selman Sebrî de teqiya di encamê de zarok jiyana xwe ji dest da.

Têkilî mijarê Endamê Meclîsa Gel a Tilezêr Qehtan Xelîl ragihand ku wek Meclisa Gel ev agahî serê vê sibehê ji wan re hate gotin û got,

“Ev demeke dirêj hikumeta Îraqê ev cih ji bermahiyên DAIŞ’ê paqij kirine lê dîsa jî ev çend bûyerên wiha rû didin.”

Qehtan Xelîl da zanîn ku ev bûyerên ku çêdibin nîşan dide ku hikumeta Îraqê erkê xwe bi cih nayîne.

Back to top button