Li başur-rojhilatê Minbicê di encma teqîna mayîneke bermahiyên DAIŞ’ê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2 jî birîndar bûn.
Teqîn duh li gundê Xalid ê nêzî bendava Tişrînê ya başûrê rojhilatê Minbicê pêk hat.
Di encama teqînê de Mihemed Sabit Salih yê 9 salî, Mûhened Sabit Salih yê 8 salî û Ibrahîm Husam Îsa yê 10 salî jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha Elî Sabit Salih yê 6 salî û Emel Sabit Salih a 5 salî birîndar bûn û niha li Nexweşxaneya Dar El-Şîfaa tên dermankirin.
Bijîşkê nexweşxaneya Dar El-Şîfaa diyar kir ku rewşa Elî Sabit Salih baş e, lê rewşa Emel Sabit giran e.