Parlamenterê YNK’ê Luqman Werdî: Divê hikûmetên herêmê û Iraqê xwedî helwest bin

Nerazîbûna gel û rêxistinên başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê jî dewam dike.
Parlamenterê YNK’ê Luqman Werdî bang li hikûmetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir ku li dijî dagikeriya Tirkiyê helwestê nîşan bidin.
Hizba Komunîst a Kurdistanê û Hizba Komûnîst a Îranê jî êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û li ber hewldanên şerê navxweyî rabûn.
Qaymeqamê Bajaroka Pişder a Silêmaniyê jî diyar kir, PKK hêzek şoreşger û parêzvanê gelê Kurd e.

Nerazîbûnên li hemberî êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibin.

Sibe parlamentoya Başûrê Kurdistanê dicive.

Tevî ku 37 parlamenteran daxwaz kir ku mijara dagirkeriya Tirkiyê bêxe bernameya xwe ya kar de, lê wê di civîna sibe ya Parlamentoya Herêmê de mijara dagirkeriyê nekeve rojevê.

Parlamenterê YNK’ê Luqman Werdî derbarê mijarê axivî û got ku ev çend sal in Tirkiyê êrîşî xaka Başûr dike û ziyanek mezin gihaye herêmê, armanca êrîşan jî dagirkeriya tevahî Başûr e.

Luqman Werdî destnîşan kir ku mijar neteweyî, nîştimanî ye û pêwîst e em zextên xwe di vê gavê de zêde bikin.

Werdî diyar kir ku êrîş binpêkirina serweriya Iraqê ye û divê hikûmeta Iraqê bibe xwedî helwest.

Ebu Karwan bang li partiyên Başûr kir ku dijî Tirkiyê helwestê nîşan bidin

Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Komunîst a Kurdistanê Ebu Karwan jî dijî dagirkeriya Tirk berteka xwe nîşan da.

Ebu Karwan got ku êrîşên dewleta Tirk ser xaka Başûr şaştiyek mezin e û divê Iraq dijî êrîşan xwedî helwestek cidî be û berpirsyartiya xwe pêk bîne.

Ebu Karwan bang li partiyên li Başûrê Kurdistanê kir ku dijî êrişên dewleta Tirk xwedî yek helwest bin.

Hizba Komûnîst a Îranê: Divê hemû alî nefretê li şerê navxweyî bînin

Sekreterê Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komûnîst a Îranê Îbrahîm Elîzaade, derbarê metirsiyên çêbûna egera şerek di nava Kurdan de ji Rojnews re axivî.

Îbrahîm Elîzaade da zanîn ku divê civak ji metirsiya şerê navxweyî agadar be û got:

“Dewleta Tirk bi kiryarên xwe zemînê şerê Kurd bi Kurd ava dike.

Li gorî min hêzên siyasî dikarin rê li ber şer bigrin. Divê hemû alî nefretê li şerê navxweyî bînin û ji bo şer çênebe, pêngavan bavêjin.”

Qaymeqamê Bajaroka Pişder a Silêmaniyê: PKK hêzek şoreşger û parêzvan e

Qaymeqamê Bajaroka Pişder a Silêmaniyê Bekir Bayiz têkildarî nûçeyên li ser navê wî di kanalên PDK’ê de hatîn parvekirin ku ‘gerîlayên PKK’ê bacê ji welatiyên herêmê distîne’ red kir û got ku daxuyanî nedaye ti saziyek ya ragihandinê.

Bekir Bayiz têkildarî rol û bandoriya gerîlayên PKK’ê got ew li ser asta navxweyî û cîhanê weke hêzek şoreşger û parêzvan dibînin.

Back to top button