Li Şehba..Desteyên kar û barên civakî dest bi pêngava hişyarkirina ji madeyên hişbir kirin

Desteyên kar û barên civakî bi hevkariya Desteya Ciwanên Werzîşê yên li Şehbayê dest bi pêngava hişyarkirina ji madeyên hişbirê kirin.

26’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Bikaranîn û Bazirganiya Hişbirê ye.

Bi diruşma ” Hişber, dorbûyna ji kesayetê, armanckirina civakbûyînê” endamên desteya ciwanên werzîşê û endamên Desteyên kar û barên civakî dest bi pêngavê kirin.

Bi dehan endamê daketin qadan û dest bi pêngava hişyarkirina ji madeyên hişbirê kirin.

Endamê Desteya Kar û Barê Civakî Egîd Xelîl derbarê vê hemleyê de diyar kir ku ev hemle bi armanca hişyarkirina civakê ji xeteriya hişbir, me dest pê kir.

Egîd Xelîl anî ziman ku di demên pêşde projeyên din mîna civîn û sefezyon ji bo hişyarkirina civakê hene û di demên nêz de wê bên li darxistin.

Back to top button