Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê kir ku divê koalîsyon bi hezaran jin, zarok û çekdarên DAIŞ`ê ku di kampan de ne ji bîr neke û ji bo darizandin û vegera wan gavên pêwîst bavêje
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twiterê peyamek derbarê civîna Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê ku wê îro li paytexta Îtaliya Roma pêk were bi par ve kir.
Ebdî got:
Ji bo serkeftinek mayînde divê koalîsyon bi dehezaran jin, zarok û çekdarên DAIŞ`ê yên heta niha di kampên koçberan û girtîgehên di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê QSD`ê de ne, ji bîr nekin.
Fermandar Ebdî bang li koalîsyonê kir ku ji bo pêşîgirtina li perwerdeyên radîkal û destekdayîna DAIŞ’ê were girtin û ji bo darizandin, vegera çeteyan ji bo welatên wan gavên xurt were avêtin.