Polîsên Alman 8 endamê Înîsîyatîfa Kurdistanê biparêze binçavkir

Polîsên Almanyayê 8 endamên Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) yên ku ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan, bin çav kirin.

Endamên Insiyatîfa ‘Aştî û Azadiyê ya Kurdistanê’ ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê çûbûn Başûrê kurdistan dema vegeriyan Almanya li balefirgeha Frankfûrtê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Polîsên Alman di dema binçavkirina 8 endamên şandeyê de bêhurmetî li endamê însiyatîfê kir, nasnameya wan kontrol kir û bêyî sedem ew bin çav kirin.

Di dîmen û wêneyan de xuya dibe endamên şandeyê bi darê zorê dibin ber dîwar, wan diavêjin erdê û kelepçe dikin.

23’yê Hezîranê jî komek ku ji şeş kesan pêk dihat dema ku ji Başûrê Kurdistanê vedigeriyan Frankfûrtê, çend saetan ji aliyê polîsên Alman ve hatibûn binçavkirin.

Back to top button