Lûtkeya sêalî ya li Iraqê ya di navbera serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî, serowezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û qiralê Urdunê Ebdullah El-Sanî de bi dawî bû.
Di encamnameya lûtkeyê de hate gotin:
“Divê serweriya niştîmanî were parastin û pêşî li destwerdanên derve yên li ser Iraqê were girtin.
Pêwîst e xebatên ji bo aştiya adil û giştî ku mafên rewa yên gelê Filistînê dabîn dike werin bipêşxistin.
Pêwîst e çareseriyeke siyasî li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê ya 2254 were dîtin ku ewlehî û aramiya Sûriyê werin parastin.
Divê tevahî hêzên biyanî û çete ji Lîbyayê vekişin û yekitî, ewlehî û serdestiya xaka wê werin parastin.”
Tevî van xalan, li ser tevlîkirina akademeyên deryayî di navbera her sê dewletan de lihevkirin çêbû.”