Li Qamişlo pêşangeha alav û makîneyên pîşesaziyê hat vekirin

Bi armanca geşkirina pîşesaziyê, li bajarê Qamişlo pêşangeheke alav û makîneyan hate vekirin.

Pêşangeha ku ji aliyê gelek bazirganan ve hatiye vekirin û tê de alavên cuda û makîneyên taybet bi madeyên tenduristî, makîneyên çapê yên destan ên nîv-otomatîk û otomatîk û alava derziyê ya kişandina bayê jî hene.

Bazirganan diyar kir ku wan ev pêşangeh ji ber hewcedarî û bi armanca geşekirina sektora pîşesaziyê li bajêr vekirin.

Her wiha dan zanîn jî ku tevahîya van mekîneyan ji Çînê hatine û wê makîneyên pîvanê yên lezê jî hîn werin.

Back to top button