Nordic Monitor: Dewleta Tirk bi rêya çete û karsazên xwe samanên Sûrî talan dike

Malpera Nordic Monitor a Swêdî bi raporekê dizî û talaniya dewleta Tirk bi rêya çete û karsazekî eşkere kir.

Monitor da zanîn ku dewleta Tirk bi rêya karsazê Tirkî Ozvardar kargehên Helebê talankirye û alavên wan veguhestiye Tirkiye.

Sûc û kirinên dewleta Tirk a dagirker li herêmê bi raporan hîn pêtir eşekere dibin.

Herî dawî, malpera Nordic Monitor a Swêdî ragihand ku, Erdogan bi serpereştiya artêşa Tirk û çeteyên xwe Saman û xêrên Sûriyê talan kiriye.

Ev talanî bi rêya karsazekî Tirk Murad Ozvardar yê ku hevjîna wî bi MÎT’a Tirk re dixebite pêk tê.

Nordic Monitor di raporeke xwe de teqez kir ku Murad Ozvardar Kargehên Helebê yên Sûriyê talan kiriye û alavên wî şandiye Tirkiyê.

Li gorî Monitor, Ozvardar kargehên li herêmên pîşesazî talan kiriye û makîneyên taybet pê bi rêya hin kompanên xwe veguhestine Tirk.

Bi vê yekê jî, qezenckirina pereyan li ser hesabê herêmên ku Tirkiyê dagirkirine, zêde dike.

Malpera Nordic Monitor a Swêdî, destnîşan kir ku Erdogan samana Sûrî bi awayekî derqanûnî keysbaz dike.

Berî niha nûnerên Hikûmeta Şamê li NY, talankirina Tirkiyê ji samana Sûrî di civînên Konseya Ewelkariyê de jî anîbûn ziman.

Gelek belge hene ku Tirkiyê bi talana kargehan, bi darê zorê û zextê desteserkirina berhemên çandiyê, tewanbar dike.

Her wiha, Nûnerê berê yê Sûriyê li NY Beşar El-Ceferî gotibû; Hikûmeta Erdogan hîna Petrola Sûrî, şûnwar û kargehên wê didze û talan dike.

Di rapora Monitorî hat diyarkirin ku rêxistina Qaîdê û gelek komên din ên Tirkiyê piştgiriya wan dike, hemû cenetorê Kehrebê û alavên wê dizîn û firotin Tirkiyê.

Ne tenê ev, di raporê de hat bibîrxistin ku çeteyên Tirkiyê genim û cehê cotkarên Serê Kaniyê dizîn û veguheztin Tirkiyê.

Malpera Nordic Monitor a Swêdî dawiyê balikişand ser Karsazê Tirk Ozvardar ku 1988 bi tewana baziganiya Kokayînê hatibû darizandin, ew kesayetek nêzî hikûmeta Erdogan e.

Back to top button