PKK: Berxwedana me fedaiyên mîna Zîlan û Helmet afirandin

PKK’ê şehîd Zîlan û şehîd Diyar Xerîb bi bîr anîn û teqez kir ku ji niha û pê ve ew ê ji bo demokrasî û azadiyê li ser heman xetê li ber xwe bidin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê şehîd Zîlan û Helmet (Diyar Xerîb) di salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn.

Beriya niha bi 25 salan di 30’ê Hezîrana 1996’an de Zîlan li navenda Dersimê bi çalakiya xwe ya fedayî derba herî giran a dîrokî li sîstema faşîst-qirker xist.

PKK’ê anî ziman ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe xeta azadiya jinê û şoreşa jinê ya azad û civakeke demokratîk afirand û got:

“Zîlan afirîneriya rastî ya jinên azadbûyî ya li ser xeta Apoyî û hêza wê ya serketinê nîşanî her kesî da.

Xweparastin û gerîlatiya jinê ku şûrê azadiyê ye, afirand.

Bi navê gel û tevgerê, çaryek sedsal e ku em li ser xeta fedayîtiyê ya Zîlan şer dikin û bi ser dikevin.

Her wiha PKK’ê di salvegera duyemîn a şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Helmet (Diyar Xerîb) soza xwedîderketin û bisexistina armancên wî da.

PKK’ê şehîd Helmet bi ronakbîriyekî mezin ku nûnertiya maf, edalet û heqîqetê dikir bi nav kir û got:

” Di salvegera duyemîn a şehadeta wî de, rastiya hevrê Helmet wê li Başûrê Kurdistanê hîn bêhtir xwedî lê bê derketin. Di vê çarçoveyê de wê helwestên hevkariyê bêhtir bê teşhîrkirin, li dijî dagirkeriya AKP-MHP’ê helwesteke hîn zelal û eşkere bê nîşandan. Ev helwest û têkoşîn wê hebûna me ya neteweyî, wê paşeroja me ya azad misoger bike.”

PKK’ê bang li PDK’ê kir ku li dijî dagirkirî û qirkeriyê hewlwesta xwe ji bo yekîtiya netewî û têkoşîna azadiyê nîşan bidin.

Her wekî divê DYA, Almanya û hêzên navnetewî dest ji helwesta xwe ya parçekirina yekitiya Kurdan berdin.

PKK’ê dawiyê anî ziman ku zêdeyî çil sal ew li ber xwe didin, fedayiyên mîna hevrê Zîlan û Helmet afirand, ew ji niha û pê ve ji bo demokrasî û azadiyê li ser heman xetê li ber xwe bidin.

Back to top button