PANTAGON AVAKIRINA KOMÎTEYEKÊ RED KIR

Nakokiyên hevkaran rojane zêdetir dibin… piştî hişyarên Amerîkayê ji Tirkiyê re, Amerîka banga Enqereyê ya avakirina komîteyeke fenî red kir.

Wezareta Parastinê ya Amerîkî Pantagon ragihand ku ti niyeta wê û avakirina komîteyeke fenî bi Tirkiyê re tuneye.

Her dawî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîş Oglu banga avakirina komîteyek fenî kiribû ku da zanibin ka S-400 li ser NATO xeter e yan na.

Berdevkê Pantagonê Eric Bahon jî der barê vê yekê de axivî û got:

Di vê qonaxê de, avakirina komîteyeke fenî ne giring e û ne rêyeke ku Amerîka ji bo çareseryê lê digire, ye.

Mewlût Çawîşoglu jî gotibû em dest ji krîna çekên S-400 bernadin, êdî ev yek qediyayî ye.

Leave a Reply

Back to top button