SETA: Enqere û PDK li devera serêreş li dijî PKK’ê koordînasyoneke hevbeş ava kirine

Li gorî Navenda Lêkolînên Siyaset û Civakê ‘SETA’yê, ya girêdayî dewleta Tirk, PDK û Dewleta Tirk bi hev re di şerê li dijî PKK’ê de di nava hemahengiyekê de ne. Navendê eşkere kir ku PDK û Tirkiyê ji bo li dijî PKK’ê şer bikin li devera Serêreşê ya Hewlêrê kordînasyoneke hevpar a şer ava kirine.

Roj bi roj hûrgiliyên hevkariya kûr a Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Tirkiyeya dagirker, zelaltir dibin.

Li gorî raporên Navenda Lêkolînên Siyaset û Civakê ‘SETA’yê ya girêdayî AKP-MHP’ê, dewleta Tirk li devera Serêreşê ya Hewlêrê kordînasyoneke hevpar a şerê li dijî PKK’ê ava kiriye.

Di kordînasyona hevpar de, plan, bernameyên şer û arandin tên amadekirin û arastekirin.

Berpirsê perwendiyên derve yê SETA’yê der barê dorpêçkirina gerîla de ji aliyê Enqere û PDK’ê ve, ji kenaleke Tirkiyê re axivîbû.

“PDK di encama zext û arastekirinên dewleta Tirk de, li dijî kampêk PKK’ê ketiye nav liv û tevgerê û gavên pratîkî diavêje. Tirkiye û PDK digel hev ji bo dorpêçkirina kampên PKK’ê û girtina rêyên locistîkê; baregehên kontrolê li herêma Behdînanê danîne û hêzên Gulan û Zêrevanî lê bi cih bûne.”

Di raporê SETA’yê de tê gotin, hêzên ku PDK’ê şandibûn Metîna û herêmên din ên gerîla, bi arastekirin û fermana Tirkiyê bû.

  • Çend xalên sereke yên ku di raporên SETA’yê de derketine pêş, wiha ne:
  • Tirkiye di şerê li dij PKK’ê de, Hewlêrê weke hevparekî girîng dibîne.
  • Di şerê li dij PKK’ê de yê bi pêşengiya Nêçîrvan Barzanî, divê encamên erênî werin bidestxistin.
  • Divê kampên PKK’ê ji aliyê pêşmerge û Zêrevanî ve werin dorpêçkirin û kordînasyona navbera rêveberiya PDK û Tirkiyê berfirehtir bibe.
  • Çareserî ew e ku Tirkiye bi hemahengiya digel PDK’ê, PKK’ê ji herêmê derxe.

PDK’ya ku beşekî mezin ji xaka Başûrê Kurdistanê li jêr kontrola wê ye, ji bo parastina desthilat û berjewendiyên xwe, bi vê raporê jî careke din derket holê ku ji hemû alîvê xwe radestî Tirkiyê kiriye dewleta Tirk çi fermanê bide, nabêje na!!

Back to top button