HPG: Li Metîna 5 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Şerê gerîla yê li dijî dagirkerên kurdistanê roj bi roj derbasî qonaxeke hîn mezintir dibe.
Li herêmên parastinê yên mediya şerê dijwar rûdide.
Li Metîna di encama çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker de 5 leşker hatin kuştin.

Bi gurbûna şerê li kurdistanê re dagirkeriya dewleta Tirk rojên xwe yên zehmet dijî.

Li herêmên Parastinê yên Mediya, gerîlayan derbên xurt li artêşa Tirk a dagirkeran xist.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser mijarê agahî parvekir.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê çalakî pêk anîne.

Li gorî vê;

27’ê Hezîranê di çalakiya sekvanî ya gerîlayên YJA Starê ku li Geliyê Girê Azad pêk anî de, dagirkerek hate kuştin.

Heman rojê li dijî dagirkerên li zeviyên gundê Êzidiyan û Girê Şehîd Çiya çalakiyên sekvaniyê hatin lidarxistin û 2 dagirher hatin kuştin.

Di dsaetên şevê de artêşa dagirker bi rêya helîkopteran cenazeyên xwe ji herêmê rakiri û hêzên xwe yên li herêmê guhertin.

Her wiha di saet 22:00’an de jî li Girê Koordîne di encama çalakiyên hate lidarxistin de 2 dagirker hatin kuştin û kozika çeka A4 jî hate hilweşandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de HPG’ê ragihand ku li herêma Avaşînê artêşa Tirk bi rêya helîkpteran qadên Girê Silêman, Tabûra Ereban û Girê Sor geriyan û qadên Werxelê û Kîlîseyê jî bombebaran kirin.

HPG’ê dazanîn ku di van êrişên hewayî de ti ziyan li hêzên wan nebûne.

Back to top button