Çeteyan 2 jê zarok 3 sivîl ji navçeya Mabata ya Efrînê revandin

Li Efrîna ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, jiyan li sivîlan bûye dojeh. Çeteyên dewleta Tirk 2 jê zarok 3 sivîl ji navçeya Mabata revandin.

Ji destpêka Hezîranê ve çeteyan 52 sivîl ji herêmên Efrîn yên dagirkirine revandine. Li navçeya Şêrewa jî bi armanca avakirina wargehên niştecihê ji malabtên çeteyan re du hezar darên zeytûnê û hinarê birîn.

Bi armanca guhartina demografî, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her diçe li ser Efrîniyan û xwezayê wê zêde dibin.

Malpera Afrinpost ragihand ku beriya hefteyekê çeteyan bi ser mala şêniyê bi navê Şukrî Eslan Mihemed ê ji gundê Kokana yê Mabata girt û du zarokên wî revandin.

Çeteyan bi hinceta ku rewşa aborî yê malbatê baş bûye bi ser malbatê te girt û zarokên wê malê yên bi navê Ciwan ê15 salî û Ferhad ê 13 salî revandin.

Her wiha xwişk û birayê wan yên mezin bi giranî hatin êşkenca kirin.

Li gorî Malperê, her du zarok di karê dirûnê de dixebitin û ji ber telefonên nû kirîne çeteyan ew revandin.

Li heman gundî yê Kokanê, çeteyan ciwanê bi navê Egîd Mihemed ê 20 salî beriya mehekê revand.

Malperê diyar kir ku ji ber Egîd wêne digirtin hat revandin, ji bo berdana wî jî çeteyan hezar Lîreyê Tirkî ji malbatê standin.

Ji detpêka meha Hizêranê û heya niha 52 Efrînî hatin revandin

Li gorî Navede Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, ji destpêka vê mehê û heya niha 52 sivîl li Efrîna dagirkirî hatin revandin.

Li navçeya Şêrewa ji bo avakirina wargehên niştecihê 2000 dar hatin birîn

Li aleyekî din, ji bo avakirina wargeheke niştecihê dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrewa bi sedan dar birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku dagirkeran du hezar darên zeytûnê û hinarê yên şêniyê bi navê Ebdo Misto Necar ê ji gundê Basûtê birîn.

Li gorî Rêxistinê li cihê darên ku hatin birîn, dagikeran ji malbatên çeteyên ku di şerê Lîbîyayê de hatin kuştin, dê 3 hezar û 500 avahiyan ava bike.

Back to top button