Li rojhilatê Dêra Zorê şênî ji avdana erdê xwe zehmetiyan dibînin

Dewleta Tirk ku avê weke çekekê li dijî gelê Sûrî bikar têne, bûye sedema ziyanên mezin bigihêje çandiniya li herêmê. Herêmên Dêra Zorê yên li ser çemê Firatê jî ji vê yekê bandor bûne.

Berdevkê koperatîfên çandiniyê yê gundewarên rojhilatê Dêra zorê Wail Ebdulezîz balkişand li ser vêyekê û got: “Stasyonên ku zeviyên çandiniyê av didin, di demên dawî de gelek caran naxebitîn. Li ser vê yekê rûbereke mezin ji erdên avî zuha bûn.”

Dewleta Tirk bi kêmkirina ava çemê Firatê re, sûçê mirovahiyê dike.

Bi kêmkirina ava çemê Firatê re jî êdî ziyanek mezin li ser herêmê dibe.

Têkildarî mijarê Berdevkê koperatîfên çandiniyê yê gundewarên rojhilatê Dêra zorê Wail Ebdulezîz axivî û wiha got,

“Stasyonên ku zeviyên çandiniyê av didin, di demên dawî de gelek caran naxebitin, ev jî dibe sedema zûha bûha bûna rûbereke mezin ji erdên avî.”

Wail Ebdulezîz diyar kir ku ji ber çem zêdeyî 300 metreyan durî pompeyanin ew gelekî zehmetiyan ji bo kişandina avê ji çemê Firatê dibînin.

Ebdulezîz kiryarên dewleta Tirk şermezar kir û da zanîn ku dewleta Tirk bi riya şerê avê zextê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Wail diyar kir ku bêdengiya navneteweyî diyar dike ku peymanên navneteweyî yên hevbeş hene.

Têkildarî mijarê cotkarkê bi navê Hemûd El-Ewîn axivî û wiha got,

“Ji ber ku ava Firatê nizime û dûrî erdê me bûye em neçarin zeviyên nêzî çem kirê bikin û bikarin biçînin di encamê de lêçûn li me zêde dibe.”

Hemûd El Ewîn diyar kir ku ji ber cotkarên li herêmê debara jiyana wan li ser çandinî û sewalkariyê ye daxwaza peydakirina çareseriyeke ji rewşa heyî re kir.

Beriya kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê jimara koparatîfên li herêmê 28 bûn.

Ev koparatîf ji li herêma rojhilatê Dêra Zorê li herêmeke bi qasî 25 hezar donim erd li xwe digrt.

Bi rêya van koparatîfan di peydakirina pêdiviyên jiyanî yên li herêmê de erzanî hebû.

Back to top button