ŞERÊ LÎBYAYÊ – 145 KES JI HÊZÊN ARTÊŞA NETEWÎ HATIN GIRTIN

Di navbera hêzên artêşa netewî ango hêzên Rojhilatê Lîbyayê bi serkêşiya kurê Qezafî û hêzên hikumetê de şerekî dijwar rû da.
Konseya Ewlekarî jî li ser rewşa li herêmê bitirs e.

Serokê artêşa netewî Xelîfe Hefter duh operasyona rizgarkirina Terablosê ragihandibû.

Îro jî bi pêşketina hêzên Rojhilatê Lîbayayê ber bi Terablosê re şerekî dijwar di navbera wan û hikumeta Lîbayayê de derket.

Di encamê de li gorî rayedarekê artêşa hikumetê 145 kes ji hêzên rojhilatê Lîbayayê hatin dîlgirtin.

Li gorî agahiyan, ew li bajarê Zawiyê li rojavayî Terablosê tevî 60 erebeyên wan hatin girtin.

Di çarçoveya van pêşketinên meydanî yên lezûk de, îro Konseya Ewlekariyê ya navdewletî ji bo rewşa dawî ya Lîbayayê dicive.

Nûnerê giştî yê NY Antonio Guteress diyar kir ku aloziya Lîbyayê bi hêza leşkerî çareser nabe… divê em rê bidin çareseriya siyasî.

Di sala 2014’an de kurê Muemer el-Qezafî Xelîfa Hefter leşkerine rejîma Qezafî kom kirin û karîbû di heyama şerê 3 salan de bajarê Benxazê tevî zeviyên neftê kontrol bike.

Leave a Reply

Back to top button