UNAMI: Pêwîstiya Hewlêrê bi reformeke bi lez a dadweriyê heye

Di der barê biryara Dadgeha Temîzê ya erêkirina cezayê 5 rojnamevanên Behdînanê de, UNAMI diyar kir ku pêwistî bi reformek dadweriyê ya hikumeta Başûrê Kurdistan heye.

Komîsyona Alîkariyê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî li Iraqê – UNAMI daxuyaniyek nivîskî derbarê girtina Rojnamevanên Behdînanê li ser hesabê xwe yê facebookê parve kir.

UNAMI de diyar kir ku biryara dadgeha Temîzê ya Hewlêrê ya cezaya şeş sal girtin, ji bo rojnamevanan cihê mixabiniyê ye.

Her wiha Komîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî wiha domand:

“Li Herêma Kurdistana Iraqê pêwîstî bi reformek bi lez a sîstema dadweriyê heye.”

Tevî hemû nerazîbûn û bertekên navxweyî û navneteweyî, Dadgeha Temîzê ya Hewlêrê 6 sal zîndan der heqê 5 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê de ragihand.

Back to top button