
Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûr pêşwaziya Nûnerê YE yê Başûrê Kurdistanê Fincoo Kieom Bobo kir.
Malpera Fermî ya Rêveberiya Xweser derbarê mijarê de diyar kir kir ku
Nûnera Rêveberiya Xweser a Başûr Nûrşan Hisên û bi Nûnerê YE yê Başûrê bi Fincoo Kieom Bobo rewşa siyasî ya herêmên rêveberiya xweser û tevahî Sûriyê nîqaş kirin.
Norşan Hisên di hevdîtinê de derbarê rewşa siyasî ya herêmê û Sûriyê û binpêkirinên dewleta Tirk li herêmê nûnerê YE’ê agahdar kir.
Norşan Hisên her wiha helwesta YE ya derbarê rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand û daxwa ji YE kir ku ji bo vekirina dergeha Til Koçer gavan bavêjin.
Nûnerê YE: Pêwîste malbatên DAIŞ’ê yên kampa Holê vegerin cih û warên xwe
Fincoo Kieom Bobo jî axivî û derbarê kampa Holê û rewşa mirovî ya herêmê de axivî û got:
“Em dixwazin aramî li herêmê pêk were, da ku em ji barê kampê xilas bibin. Di heman demê de pêwîste malbatên DAIŞ`ê li Sûriyê û Îraqê jî vegerin cihên xwe.”