WEZÎRÊ KARÊ HUNDIR Ê ALMAN PIŞTGIRÎ DA AVAKIRINA DADGEHÊ

Rêveberiya Xwesar a Bakur Rojhilatê Sûrî derbarê çeteyên DAIŞ’ê yên li gel wan girtî ne, daxwaza vekirina dadgeheke navnetewî kiribûn.
Têkildarî mijarê Wezîrê Karê Hundir ê Almanî Horêst Zîhover piştgirî û destekdayîna xwe ya bi vê pêşniyarê re nîşan da.

Malpera Pont Post diyar kir ku Wezîrê Hundir ê Almanî Horêst Zîhover di dema hevdîtinek li gel 7 wezîrên hundir ên dewletên xwedî aboriya mezin a li Parîsê de li ser mijara DAIŞ’iyan axivî û got:

“Ya baş ew e ku wîlayetek dadwerî navnetewî ji bo darizandina çeteyan hebe .

Ev wê baştir be ku hemû çeteyên xwedî hemwelatîbûna Almanî ji Elamnya re werin veguhestin.”

Malperê bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser ya ku ji Kurd, Ereb û Surananên Bakurê Sûiyrê pêk tê, beriya demekê ji civaka navnetewî xwestibû ku dadgehek navnetewî taybet ji bo darizandina van çeteyan were avakirin.

Ev dadgeh jî ji aliyê Netewyên Yekbûyî ve were rêvebirin.

Malperê got, Beriya niha Serokê Emerîkayê Donald Trump jî ji dewletên Ewropî xwestibû ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î ku li gel QSD’ê girtî ne, werbigirin.

 

Leave a Reply

Back to top button