DYA bang li hevalbendên xwe kir ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î werbigirin

Di encam nameya civîna Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de banga çareserkirina rewşa girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.

Her wiha wezîrên 19 dewletan jî ji bo çareseriya aloziya Sûrî daxuayniyek hevbaş dan û banga agirbestê li tevahiya Sûriyê û hêsankirina derbaskirina alîkariyan kirin.

Duh bi beşdariya zêdeyî 70 welatan civîna Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê li paytexta Îtalya Romayê pêk hat.

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken di civînê de eşkere kir ku li Bakur Rojhilatê Sûriyê derdora 10 hezar DAIŞ’iyên girtî hene û tekez kir ev rewş ne domdar e û wê heta hetayî bi vî rengî dewam neke.

Blinken bang li hevalbendên Amerîkayê yên li nava koalîsyonê û hemû welatan kir ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î werbigirin, lêpirsîn bikin.

19 dewletan banga agirbestê û derbasbûna alîkariyan ji bo Sûriyê kir

Di civînê de wezîrên 19 dewletan ji bo çareseriya aloziya Sûrî daxuayniyek hevbaş dan û banga agirbestê li tevahiya Sûriyê û hêsankirina derbaskirina alîkariyan kirin.

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê eşkere jî kir ku wan 436 milyon dolar weke alîkarî ji Sûriyê re veqetandine.

Fûad Hisên: Divê ji koçberên Iraq û Sûrî re alîkariyek lezgîn were şandin

Di heman civînê de Wezîrê Derve yê Îraqê Fûad Hisên di axaftina xwe ya di civînê de, metirsî û fikarên Îraqê derbarê rewşa Sûriyê de anî ziman û daxwaza şandina alîkariyên lezgîn ji gelê Sûriyê re kir.

“Divê girtiyên DAIŞ li gor qanûnê navdewletî werin dadgeh kirin”

Piştî nirxandinan civîna wezîrên derve yên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bi ragihandina encamnameyeke bidawî bû.

Di encamnamê de hate gotin:

“Em bi israrin têkoşîna hevbeş a li dijî DAIŞ’ê bidomînin û mercên têkbirina mayînde ya komên terorîst peyda bikin.

Ji bo terorîstên girtî yên biyanî û malbatên wan ên li Sûriyê û Iraqê di mekanîzmeyeke edalet û lêpirsîna aktîv de bi koordînaya xurt bi welatên wan re divê ev pirsgirêk were çareser kirin.

Rewşa girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Spriyê gelek fikaran çêdike, divê çareseriyeke giştî û demdirêj ji vê doza xeternak re were dîtin.

Divê DAIŞ’î li gorî qanûnên navneteweyî werin dadgehkirin.

Li dijî her gefên li hember serketinan divê xebat bi şêweyekî hevbeş berdewam bike û divê tu welat valahiyeke ewlehî dernexe ku DAIŞ’ê jê şans bigire.”

Back to top button