Mustefa Karasu: Gerîla bêhn li dewleta Tirk çikandiye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustefa Karasu destnîşan kir ku hevkarî wê bi PDK’ê bide wendakirin, divê êdî rastiya vê serdemê bibîne.Karasu anî ziman ku dewleta çete hilweşîna wê hêsan bûye lewma bang li gel û hêzên demokrasiyê kir ku li hemberî desthilatê têbikoşin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu tevlî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû û êrîşên li ser başûrê Kurdistanê nirxandin kir.

Gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê du meh in têkoşîneke bi fedakarî û têkoşînek dîrokî li dijî dagirkeriya Tirk dimeşîne.

Mustefa Karasu diyar kir ku gerîla ev du meh in bêhn li dewleta Tirk a dagirker çikandiye û ji bo gel, mirovahî, azadî, demokrasî berxwedaneke bêhempa nîşan dide.

Karasu anî ziman ku berxwedana gerîla wê pêşeroja kurdan diyar bike û got:

“Ew li ber êrîşa qirkirinê ya li ser gelê Kurd radibin.

Lewma wezîfeya herî bingehîn a Kurd û demokratan xwedîderketina li vê berxwedanê ye.

Eger Kurd xwedî li van fedayiyan dernekeve bi rastî jî ev ê bibe bewijdanî, bibe bêexlaqî.”

Mustefa Karasu: Ketina Çemço û Sîdayê tê wateya şer, wê gerîla xwe biparêze

Karasu destnîşan kir ku PDK’ê bi helwesta xwe alîkar û xizmetê ji dagirkeriya Tirk dike, hevkarî wê bi PDK’ê bide wendakirin, divê êdî rastiya vê serdemê bibîne.

Her wiha, PDK’ê dixwaze biçe Çemço û Sîdayê, ketina vê herêmê tê wateya dorpêçkirina Avaşînê û Zapê, tê wateya ragihandina şer.

Mustefa Karasu destnîşan kir ku derbasbûna nava herêmê tê wateya biryara şer e û wê encamên xwe ji şandina hêzê ya ber bi Metînayê girantir bibe û da zanîn ku dema kete vê herêmê wê gerîla xwe biparêze û hewl bide pêşî li wê hêzê bigire

Mustefa Karasu: Divê gelê Kurd têkoşînê xurtir bikin, dewleta çete hildiweşe

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê bang li gelê Kurd kir ku têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk mezin bikin, ji bo PDK’ê ji vê şaşitiyê vegerînin helwesta xwe bi rengekî eşkere nîşan bidin.

Karasu teqez kir ku dewleta Tirk a çete hilweşîna wê hêsan bûye lewma bang li gelê Kurd, Tirkiyê û hêzên demokrasiyê kir ku li hemberî desthilatê têbikoşin.

Back to top button