Efrîn..Di meha Hizêranê de zêdeyî 55 welatî hatine revandin

Navenda Belgekirinê ya Bakurê Sûriyê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku di meha hizêranê de hatin kirin belgekirin. Navendê eşkere kir ku tenê di vê mehê de zêdeyî 55 kes ku piraniya wan ji Efrînê ne, hatine revandin. 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her ku diçe sûc û binpêkirinên xwe yên li herêmên dagirkirî zêdetir dike.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê bîlançoya sûcên dewleta Tirk ên meha hezîranê bi belgeyan parvekir.

Navendê derbarê kiryarên dewleta Tirk de ev agahî dan:

“Çeteyên dagirker di 1-2’ê Hezîranê de li gundê Hêkca Raco19 kes revandin.

Di 5’ê mehê de jî çeteyan li gundê Ezîziyê yên Serêkaniyê welatiyên bi navê Mihemed Şewax revandin.

7’ê Hezîranê de jî Horo Hemîd ê 40 salî yê ji gundê Belîko ya Navçeya Raco revandin.

Çeteyan heman rojê li navçeya Cindirêsê jî girtin ser mala kalepîrê 75 salî yê bi navê Ehemed Hesen Reşkîlo piştî ew êşkence kirin, dest û lingê wî girêdan, hemû tiştên wî dizîn.

8’ê Hezîranê de jî ciwanê bi navê Zekeriya Diyab Sefer ê 28 salî ji gundê Aqîbê û welatiyê bi navê Reşîd Dawid ê 52 salî li navçeya Mabata dema bi xwest biçe gundê xwe hatin revandin.

15’ê hezîranê de welatiyên bi navê Ehemed Ibrehîm ê ji xelkên gundê Xelîka ya Bilbilê û ciwanê bi navê Hisnî Mihemed Şêx Mihemed ê ji Meydankê ya Şera hatin revandin.

Di 17 mehê de çeteyan girtin ser gundê Hêko ya Cindirêsê û hejmarek welatî revandin ji wan Mistefa Şêx Mistefa Henan, Cemîl Soranî hatin naskirin.

Di heman rojê de zarokên birayê hev Henan Menan Betalê 14-15 salî li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê û welatiyê bi navê Hisên Kalo jî hatin revandin.

18’ê hezîranê jî li navçeya Cindirêsê welatiyê bi navê Hemdan Hisên û kurê wî Mistefa hatin revandin, li gundê Comê ya Cindirêsê Subhî Cemîl Soranî hate revandin.

Di 21`ê mehê de zaroka bi navê Roya Mihemed a 6 salî hate revandin.
di heman rojê de li gundê Korka ya Mabata zarokê bi navê Ciwan Mihemed Ebdela yê 15 salî û birayê wî Ferhad ê 13 salî û Mihemed Tobo yê 32 salî hatin revandin.

Di 26`ê mehê de jî li gundê Xezawiyê ya Şêrawa astengdarê bi navê Heval Elî Îsa jî di nav de 7 kes hatin revandin.”

Back to top button