Lîbya..aliyan li cenevrê piştî gutûgoyên 3 rojan di hin xalan de li hevkirin

Piştî 3 rojan ji goftûgoyên siyasî Lîbî li Cenevrê, komîteyê ji bo pêvajoya siyasî ya li Lîbyayê hin xalên rêxistinî, danîn.

Di destpêka civînê de Nûnerê NY yê Lîbyayê, Jan Kubis, ji kesên astengiyan ji bo diyaloga siyasî derdixin, xwest ku bi erka xwe rabin da ku hilbijartinên serokatiyê di Kanûnê de bi dawî bibe.

Derbarê xin xalên ku aliyan di civîna Cenevrê de li ser hevkirine wihane;

“Divê serok bê nasnameya biyanî be, bi biryara dadgeha dawîn nehatibe ceza kirin, ne girêdayî tu saziyê be û her wiha hilbijartin jî li ser asasê dengdana veşartî be.”

Di civînê de ragihandin ku yê van xalan pêk neyne wê li gorî cezayên navneteweyî were dadgeh kirin.

Di civînê de jî li hev kirin ku wê Parlîman ji meclisa nûneran û şêxan pêk were, divê nûnertiya jinê jî ne kêmî 30% be û her pêkhateyek din jî ne kêmî 3% be.

Back to top button