QSD’ê jî der barê vê rêrîşê de ragihand ku zirarên êrîşa duh li ser Zeviya El-Umer tenê madî bûn û hêzên wan wek tedbîrên li dijî êrîşên DAIŞ’ê, operasyon li herêmên derdorê pêk anî.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi dxuyaniyekê diyar kir ku, duh êrîşeke bi moşekan li dijî baregehên wan yên leşkerî yên li Zeviya El-Umer a Dêra Zorê, pêk hat û tenê zirarên madî çêbûn.
QSD’ê da zanîn ku li hemberî êrîşê hêzên wan operasyon li herêmên derdorê li dar xistin da ku rê li pêşiya liv û tevgera şaneyên DAIŞ’ê were girtin.