YJA Star: Em ê bi şêwazê çalakiya Zîlan faşîzmê hilweşînin û pêşerojeke azad biafrînin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê û Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê pêşenga jina azad şehîd Zîlan Zeynep Kinaci bi bîr anîn û tqez kirin ku wê bi heqîqeta Zîlan û rihê çalakiya wê ya fedayî êrîşên heyîtêk bibin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê û Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê bi rasthatina salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedayî kir, daxuyaniyên cuda weşandin.

YJA Star serfermandara xwe Zîlan û hemû şehîd bi hurmet bi bîr anîn û anî ziman ku 30’ê Hezîranê roja ku Zîlan çalakî kir, ji bo jinan û dîrokê bû roja jinûve vejînê.

YJA Starê got:

Biryardariya jiyanê ya Zîlan mezin bû û dixwest bibe xwedî jiyaneke bi wate. Lewma rêya wê yekê nîşanî tevahî cîhanê da ku jiyana azad û bi rûmet çawa dikare bê parastin.
Zîlan destnîşan kir ku Rêbertî misogeriya jiyana azad a jinan, gelê Kurd û mirovahiyê ye, berî her kesî bi dengê lingê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me û nirxên me yên gelê Kurd hesiya, ji bo vê yekê têk bibe bi canê xwe bû mertal.

YJA Starê eşkere jî kir ku gerîlayên YJA Starê, ji bo azadiya gelê xwe her roj li çiyayan dibin Zîlan, çerxa dijmin dişikînin û wiha bi dawî kir

Em milîtanên fedayî yên Rêber Apo, soz didin ku bi ruhê Zîlan em ê bibin hêza çalakiya azadiyê ya Rêber Apo, heta serketinê bênavber têkoşînê mezin bikin.”

PAJK: Wê heqîqeta Zîlan û rihê fedayî yê gerîla êrîşên heyî têk bibe

Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê jî afrînera xeta fedayî û manifestoya jiyana azad Zîlan (Zeynep Kınacı) di salvegera 25’emîn a şehadetê de, bi rêz û heskirin bi bîr anî.

PAJK’ê anî ziman ku Zîlan, girêdana xwe ya bi Rêbertî re bi çalakiya xwe pênase kir û diyar kir ku di dîroka têkoşîna tevgera azadiyê de, şêwazê çalakiya fedayî ya Zîlan, pêvajoyeke nû yê li ser bingeha ruhê fedayîtiyê pêş xist û got:

Li hemberî şerê topyekûn û plana tasfiyê, di vê serdemê de gerîlayên YJA-STAR û HPG’ê li ser xeta Zîlan bi ruhê fedayî bersiva êrîşên qirkirinê didin. Gerîla û şervantiya modernîteya demokratîk qerekterê şerê gel ê şoreşgerî ye. Ev sekna gerîla milîtanbûn û şoreşgeriya demê ye.

Em weke milîtanên xeta APO’yî, hevrê û şervanên fermandar Zîlan, dibêjin êrîş bi çi awayî dibin bila bibin wê heqîqeta Zîlan û Ruhê fedayî yê di gerîla de ava bûyî van êrîşan têk bibe û serkeftin bibe ya gelê me û tevgera azadiya jinê.”

Back to top button