Li Kobanê hezar û 464 kesên din ji ber qirêjbûna avê bi jehrê ketin

Desteya Tenduristiyê a Kobanê duh ragihand ku li kantona Kobanê ji ber qirêjbûna ava Firatê hezar û 464 kes bi jeherî ketine.

Dewleta Tirk a dagirker ji 27’ê Çileyê ava Firatê li ser Sûriyê kêm kiriye û ji ber vê yekê av qirêj buye û dibe sedema nexweşiyan.

Desteya Tendirustiyê ya herêma Firatê ragihand ku hezar û 464 kes ji ber qirêjbûna avê bi jehrî ketin.

Beriya niha jî hezar 377 kes bi jehrî ketibûn

Desteyê diyar kir ku qutkirina ava Firatê berdewam bike wê bobelateke mirovî rû bide.

Li gorî rayedaran diyar kiribûn ku sedema jehriyê ewe ku şênî yekser avê ji çem vedixwin.

Dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina ava Firatê re peymana bi hikumeta Sûrî re ya 1989’an bin pê dike.

Back to top button