4 welatên nû beşdarî nava Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê bûn

Wezîrên Karên Derve yên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê…. Têkoşîna hevbeş a li dijî DAIŞ’ê dewam bikin.

Ji bo DAIŞ nikaribe şax û torên xwe li cîhanê ava bike. DAIŞ’ê û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fikar û çareseriyek were peydakirin.

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ku ji zêdeyî 70 welatan pêk tê, doh li paytexta Îtaliya Romayê civiya.

Civîna wezîrên koalîsyonê bi encanameyê bi dawî bû.

Wezîran di civînê de ragihand ku ew ê bi israr têkoşîna hevbeş a li dijî DAIŞ’ê bidomînin û mercên têkbirina mayînde ya komên terorîst peyda bikin.

Wezîran ev yek jî weke encama yekemîn ya hêzên koalîsyonê diyar kir.

Her wiha Komara Afrîkaya Navîn, Komara Kongo Demokrat, Morîtanya û Yemen jî beşdarî nava koalîsyonê bûn.

Wezîrên Derve yên koalîsyonê jî ew bi keyfxweşî pêşwazî kirin.

Wezîran ragihand ku ew ê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê, şax û torên wê yên li tevahî cîhanê tê bikoşin da ku nikaribe careke din vegere û gefan li cîhan, welat, gel û berjewendiyên wan bixwe.

Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ: Pêwiste çete li gorî qanûnên navnetewî werin dadgehkirin

Têkildarî çeteyên biyanî û malbatên wan ên li Sûriyê û Iraqê girtîne jî wiha hate gotin:

“Wezîran diyar kir ku dê makanîzmeya edalet û lêpirsîna aktîv ya heyî bi koordînaya xurt bi welatên wan re bişopîne.

Li gorî wê dê çekdarên ku tundiya zayendî wekî amûrekê ji bo terorê bi kar anîbin werin cezakirin.

Divê li gorî qanûnên navneteweyî werin dadgehkirin û garantiya dadgehkirineke adil were pêşkêşkirin.

Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ: Divê doza girtiyên DAIŞ û malbatên wan were çareserkirin

Her wiha wezîran îşaret bi rewaşa girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişt anî ziman:

Girtiyên DAIŞ’î û malbatên wan yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî gelek fikaran çêdike.

Divê çareseriyeke giştî û demdirêj ji vê doza xeternak re were dîtin.”

Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ: Li Sûrî piştevaniya ji bo herêmên ji DAIŞ’ê hatine rizgakirin wê dewam bike

Koalîsyonê careke din piştevaniya xwe ya ji bo welatiyên Sûrî anî ziman.

Em piştgiriyê dide çareseriya siyasî ya mayînde ya li gorî biryara NY’yê ya 2254’an.

Li gorî pîvanên biryara NY’yê ya 2254’an em, piştevaniya çareserkirin û sererastkirinê herêmî û giştî ji bo herêmên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin dewam dike.

Civîna bê ya koalîsyona navnetewî wê Hezîrana 2022’an lidar bikeve.

Beriya wê koma biçûk ya koalîsyonê wê di payiza 2021’an de li Brukslê were lidarxistin.

Back to top button