Misir: Bidawîkirina destwerdanên derve şerteke bo pêkanîna aştiya li Sûrî

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî got, bidawîkirina destwerdanên derve di xak û karûbarê Sûriyê de şerteke ku aştiya mayînde li welêt pêk were.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî di civîna wezîran a der berê Sûriyê de ku li Roma hate lidarxistin got,

bidawîkirina destwerdanên derve di xak û karûbarê Sûriyê de şerteke ku aştiya mayînde li welêt pêk were.

Şukrî destnîşan kir ku hin aliyên herêmî parçeyên ji Sûriyê bi hinceta parastisna hevalbend û şerê li dijî terorê û ferzkirina guhertina demografîk, dagir kirine.

Her wiha Wezareta Karê Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên metirsiya xwe ji ber rewşên mirovî yên xirab li Sûriyê eşkere kir.

Hisên di axaftina xwe de behsa mijara kampên koçber û penaberan li Sûriyê, Iraqê, hebûna bi milyonan koçber û penaber li Sûriyê û Iraqê û dewletên derdora Sûriyê, kir.

Back to top button