TPLF’ê paytexta Tîgray Mekelle careke din kontrol kir

Piştî şerê domdar yê ji Mijdara 2020’an ve Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê TPLF careke din li paytextê vegeriya. Di encama şerê domdar yê 8 mehan de, paytexta Tîgray Meklle careke din ket destê Eniya Rizgariyê.

Gel jî bi daketina li qadan re, ev yek pîroz kir. NY jî ragihand ku şer careke din nîşan daye ku ji bo krîza heyî ne rêya çareseriyê ye.

Ji mehên payîza bihorî heta niha Etiyopyayê ku êrîşî herêma Tîgrayê dikir, hêzên xwe vekişand û Eniya Rizgariya Gelê Tîgerê (TPLF) careke din ew herêm kontrol kir.

Gelê herêmê daket kolanan û rewş pîroz kir.

Berdevkê Eniya Rizgariya Gelê Tîgerê Getachew Reda ji Reuters’ê re axivî û ragihand, “Paytexta herêma Tîgerê Mekelle di bin kontrola wan de ye.”

Rayedarên dewletê jî di derbarê mijarê de ti daxuyaniyek nedane.

Şahidên rewşê dibêjin ku jimarek zêde kes ku cilên TPLF’ê li berkiribûn li dora abîdeya ku ji şehîdan re hatiye pêşkêşkirin kom bûn, gel jî ji kêyfxweşiyê daket kolanan.

Şêniyên bajêr diyar kirin ku ew nebûne şahidê pevçûna li navenda bajêr.

Lê li herêmê di navbera TPLF’iyan û artêşa Etiyopya de pevçûn derketibû.

Her wiha ji beriya niha hêzên TPLF’ê pêşveçûna xwe ya ber bi bajêr domandibû.

Pevçûnên ku bi hefteyan dewam kir bû sedemê mirina bi hezaran û 2 mîlyon kes jî ji cihê xwe bibe.

Pevçûnên di navbera artêşa Etiyopya û TPLF’ê bi rengekî rêkûpêk diqewimin.

Artêşa Etiyopya ji bo ku rêveberiya girêdayî TPLF’ê ji cihê xwe derxîne dest bi êrîşan kiribû.

Artêşa Etiyopya 4’ê Mijdara 2020’an li dijî herêma Tîgrayê dest bi êrişê kiribû.

Di dawiya Mijdarê de, artêşa Etiyopya ketibû paytexta Tîgra Mekelle.

NY: Şerê leşkerî careke din nîşan da ku ne rêya çareseriyê ye

Li aliyê din, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku bûyerên vê dawiyê yên li herêma Tigray cihê fikarane û got:

Krîza leşkerî careke din nîşan daye ku şer ne rêya çareseriyê ye.

NY 8’ê Hezîranê ji ber birçîbûna li herêma Tîgrayê hişyarî dabû.

Hikumeta Etiyopya jî ev yek red kiribû.

Back to top button