Di nava 24 saetên derbasbûyî de Talîbanê 3 navçeyên din kontrol kir

Tevgera Talîban li bakurê Efxanistanê pêşdeçûnên xwe yên leşkerî didomîne û herî dawî di nava 24 saetên derbasbûyî de, 3 navçeyên din kontrol kir.

Parlamenterê herêma Gazne Hudad Îrfanî di daxuyaniya çapemeniyê ya dayî de got,

Çekdarên Talîbanê hemwext êrişî navçeyên Xoca Emerî, Waiz û Mukur yên herêma Gazneyê kir.

Hudad Îrfanî diyar kir ku hersê navçeyên navborî di encama êrîşan de ketn bin kontrola Talîbanê.

Her wiha hêzên ewlekariyê yên Efxanistanê jî ji herêmê vekişiyan.

Îrfanî hişyariya wê yekê da ku bivê hêzê Talîban dikare tevahî parêzgeha Gazneyê kontrol bike.

Talîbanê jî bi rêya daxuyaniyekê îdia kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de, 5 navçe kontrol kirine.

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ragihand ku navçeya Paştûn Kot a parêzgeha Faryab a li bakurê welêt û navçeyên Şinwari yên parêzgeha Pervan ji Talîban hatine standin.

Wezaretê diyar kir ku 24 saetên derbasbûyî di encama oparasyonên li 14 parêzgehan de, 235 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 161 jî birîndar bûne.

Back to top button