Aloziya astengkirina firotina çekan, Îtalya û Îmarat anîne pêşberî hev

Aloziya astengkirina firotina çekan, Îtalya û Îmarat anîne pêşberî hev. Îmaratê ji Roma xwest ku leşkerên xwe ji welat derxînin.

Çavkaniyek ji hikumeta Îtalya got,

Îmaratê ji wan xwestiye ku heta 2’ê Tîrmehê balefir û karmendên xwe yên leşkerî ji baragehên wan yên li Kendavê derxînin.

Çavkaniyê ji Reuters re ragihand ku danûstandin ji bo çareserkirina pirsgirêkê dewam dikin.

Wezareta Karên Derve yê Îmaratê li ser mijarê ti nirxandinek nekir.

Îtalya ya ku endamek yê NATO ye, di oparasyonên koalîsyona navnetewî de, li Iraq, Efxanistan, Qiloçên Afrîka û Oqyanûsa Hindê de kar dike.

Îtalya bi despêka serê salê re, bi hinceta pêkanîna aştiya li Yemenê û binpêkirina mafê mirovan li Yemenê, firotina bi hezaran mûşekî bo Erebîstana Siûdî û Îmaratê dabû rawestandin.

Peymanên firotina mûşekên ku hatine astengkirin bi bihayê 400 milyon euro bû.

Her wiha bi gihştî bihayê kirîna 20 hezar mûşekan bû ku sala 2016’an peymana wê hatibû îmzekirin.

Bi heman hincetê, Serokê DYA Joe Bidne jî beriya demekê firotina çekan a ji bo Îmarat û Erebistana Siûdî dabû rawestandin.

Lêbelê, rêveberiya Biden di meha Nîsanê de ji Kongresê re ragihand ku ew ê firotina çekan a bihayê 23 milyar dolar ya ji bo Îmaratê ku balafirên F-35 jî digre nava xwe.

Back to top button