Dagirkeran 5 sivîl ji navçeya Raco û Mabata yên Efrînê revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê roj bi roj zêde dibin.
Dagirkeran kesên din navçeyên Raco û Mabata revandin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan ya Sûriyê diyar kir ku serçeteyên DAIŞ’ê di bin parastina dewleta Tirk de li Efrînê dijîn.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê li dijî Efrîniyan bênavber didomin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku Çeteyan ji bo standina pereyan ji gundê Hesen yê navçeya Raco 4 sivîl revandin.

28’ê vê mehê çeteyan şêniyên bi navê Izet Hemîd Bêrem ê 52 salî, Fehmî Nezmî Bêrem ê 51 salî,
Xelîl Elî yê 50 salî û şêniyê bi navê Semîr ê 55 salî revandin.

Li giroî rêxistinê, çeteyan ji bo berdan wan ji her girtiyek hezar û 800 Lîreyên Tirkî daxwaz kirin.

Hat diyar kir ku beriya niha van her çar sivîl hatibûn revandin û pereyan ji wan hatibû standin.

Li gundê Kokanê yê navçeya Mabata jî ji bo berdan ciwanê bi navê Ehmed Mihemed Reşîd ê 30 salî, çeteyan daxwaza 5 hezar dolar ji malbatê kirin.

Li gorî Rêxitisnê, 19’ê vê mehê, Ehmed bavê du zarokan bi tewanên ne rast hat revandin.

Li Efrînê çeteyên DAIŞ’ê di bin parastina dewleta Tirk de dijîn

Li aliyekî din, hebûna serçetyên DAIŞ’ê yên di bin parastina dewleta Tirkiyê de li Efrînê dijî, eşker dibe.

Navenda belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûrî eşker kir ku serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Ibrahîm Mihemed El-Sefdî di bin parstinatin dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê dijî.

El-Sefdî yek ji serçeteyên DAIŞ’ê berê li Darayê bû û niha weke berdevkê koma çeteyên bi navê ” Ehrar Horan” hatiye erkdarkirin.

Navendê diyar kir bi hevkariya serçeteyê bi navê Ebo Emşe, El-Sefdî bazarganiya şûnwaran ku hatine dizîn, dike.

Navendê her wiha eşkere kir ku serçeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Ebo Mihemed El-Idilbî di navbera herêmên Efrînê û Serêkaniyê de dimîne.

El-Idilbî yek ji serçeteyên berê yên DAIŞ’ê bû û Emîrê teknîka rêxistina DAIŞ’ê bû.

Navendê diyar kir ku El-Idlibî di navendeke çeteyên koma “Ehrar El-Şerqiye ” yê li navçeya Raco dimîne.

Back to top button