LI TEBQAYÊ BI MERASÎMEKÊ PEYKERÊ WÊ HAT DANÎN

Li bajarê Tebqayê bi merasîmekê, peykerê şehîda yekemîn a ji pêkhateya Ereb “Hebûn Ereb” ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye, li deriyê têketina bajar hate danîn.

Peykerê Şehîd Hebûn di encama xebatek 60 rojan de ji aliyê Şirket El-Şemal û bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê ve hate amadekirin.

Di merasîma rakirina perdeya li ser peyker de bi dehan şêniyên herêmê amade bûn.

Bavê şehîd Hebûn Ereb, Wedah El-Selmo helbestên ku Hebûn hertim digotin ji beşdaran re xwend.

Piştî axaftinan dayik û bavê şehîd Hebûn di nav sloganên dilsoziya bi şehîdan re perede li ser peyker rakirin.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran bi boneya rojbûna Rêberê Ocalan dar çandin.

Şehîda YPJ’ê Rîhab El-Selmo bi nasnav Hebûn Ereb a ji navçeya Til Hemîs di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibû.

 

Leave a Reply

Back to top button