Serokê DYA Biden û hempîşeyê wî yê Îsraîlê Rivilin civiyan

Serokê DYE Joe Biden li Koşka Spî bi Serokomarê Îsraîl Reuven Rivlin re civiya.
Biden careke din piştgiriya bêhempa ya welatê xwe ya ji bo Îsraîlê diyar kir.

Biden û Rivlin beriya civîna li çapemeniyê girtî ya li Koşka Spî, li Ofîsa Oval ji rojnamevanan re axivîn.

Serokê DYA keyfxweşiya xwe ya ji bo pêşwazîkirina Rivlin yê ku wê 9’ê Tîrmehê dest ji postê serkomariyê berde anî ziman û got:

Ez li bendême di demek nêz de, serokwezîrê nû yê Îsraîlê Neftali Bennett jî pêşwazî bikim.

Wekî Serokê DYA, yekgirtina me ya bi Îsraîlê re qayîm û rast e.

Weke ku ez her dem dibêjim, ger Îsraîl nebûya, me wê yek biafiranda.”

Joe Biden destnîşan kir ku DYA dê piştgirîya mafê Îsraîl yê “xweparastinê” bidomîne.

Îro Îran ji di nav de emê gelek mijaran binirxênin.

Ez dikarim bêjî, Îran wê di dema serokatiya min de, ticarî nekare bibe xwedî hêza nukleerî.

Biden îşaret bi êrişa hêzên DYA ku li dijî çekdarên alîgirê Îranê yên li sînorê Iraq-Sûriyê kir û ev yek weke mafekê rawa binav kir.

Li paytexta Iraq Bexdayê jî ji bo kesên di êrişa hêzên Amerîka de hatine kuştin, merasîmek sembolîk hate lidarxistin.

Back to top button