DYA..Di avahiya li Miami de 11 kes mirin û xebatên lêgerîna ji bo 150 kesî didome

Bîlançoya qurbaniyên di hilweşîna avahiyek li Miami ya DYA de zêde dibe.
Heta niha 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û lêgerîna derxistina 150 kesên ku tê texmînkirin di bin kavilan de maye didome.

Li gorî nûçeya The Guardian, li avahiya ku roja Pêncşemê li Miami ya DYA hilweşiya, 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedaran gotin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo zêdetirî 150 kesên ku dibe ku hîn jî di avahiyê de ne dewam in.

Ji avahiya roja Pêncşemê ve hilweşiya tu kes sax nehatiye rizgarkirin.

Seroka Şaredariya Miami-Dade Levine Cava diyar kir ku ji bo tîmên derxistina kesên li bin kavilan hemû derfetên pêwist livirin û got:

Lêgerîn bi rêya se û kamereyan pêk tê.

Zêdetirî 300 personelên acîl û pisporên navneteweyî di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de dixebitin.

Avahiya Cahamplain ya ku hilweşiyayî ji 136 daîreyan pêk dihat.

Ji van jî 55 hilweşiyane.

Lêkolînerên federal hewl didin ku sedema hilweşîna avahiya li serê bermahiyan bibînin.

Li gorî qanûna eyaleta Florida, divê avahî her 40 salan werin kontrol kirin.

Avahiya ku hilweşiyayî 1980’an hatibû çêkirin û çav lê bû ku were kontrolkirin.

Back to top button