Di nava 6 mehên dawiyê de, 27 hezar welatiyên Iraqê berê xwe dane Ewropa

Di nava 6 mehan de 26 hezar hemwelatiyên Iraqê bi awayek ne yasayî xwe gihandine welatên Ewrupayê.
Tê gotin zêdetirî kesên koç kirine, Kurdin.

Li gorî daneyên Saziya Lutke ya ji bo Kar û Barê Penaberan, di nava 6 salên borî de zêdetirî 650 hezar welatiyan berê xwe dane welatên Ewrupayê.

Ji vê hejmarê nêzî sedî 70’ê kesên koç kirine, Kurdin.

Heman saziyê ragihand ku tenê di nava 6 mehên dawî yên sala 2021’an de 26 hezar û 772 welatiyên Iraqê bi awayek ne yasayî xwe gihandine welatên Ewropayê.

Li gorî heman saziyê heta niha 430 welatiyên ku berê xwe dan Ewrupayê, di rêde jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daneyan zêdetirî kesên mirine jî Kurdin.

Heman çavkaniyê ragihand ku ji sala 2015 heta niha, jimara penaberên wenda bûne jî, 173 ye û heya niha jî çarenûsa wan nayê zanîn.

Back to top button