Kongra Star bi daxuyaniyekê Zîlan bi bîr anî

Çalakiyên bîranînê yên ji bo Zeyneb Kinacî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Ewropayê dewam dikin. Kongra Star jî bi daxuyaniyek nivîskî da zanîn ku çalakiya fedayî ya ku Zîlan pêk aniye mohra xwe li dîroka jin xist.

Rêxistina Kongra Star bi daxuyaniyekê nivîskî şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) di salvegera şehadeta wê ya 25’emîn de bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Em weke Kongra Star soza bilindkirina têkoşînê didin.

Her wi ha hate diyar kirin ku meha Hizêranê meha şehîdan e, çalakiya fedayî ya ku Zîlan pêk aniye mohra xwe li dîroka jinê da.

Li Libnanê bi civînekê Zîlan hat bibîranîn

Kurdên li paytexta Libnan Beyrûtê bi civînekê şehîd Zîlan bi bîr anîn

Civîna bîranînê ji aliyê Kongra Star û PYD’ê ve li herêma Şiweyfat ê Beyrûtê hate lidarxistin.

Di civînê de nameya şehîd Zîlan hate xwendin.

Di kesayeta şehîd Zîlan de tevahî şehîdên azadî û rûmetê bi bîr tînim, bi saya fedekariyên wan gel bi taybet jin gelek destkeftî bi dest xistin.

Ji ber vê yekê dijminê azadî, aştî û demokrasiyê jinên têkoşer dikin hedef, da ku îradeya wan û şoreşa wan têk bibin.

Li Ermenistanê jî Zîlan hate bibîranîn

Li herêma Elgezê ya Ermenistanê jî şehîd Zîlan bi civînekê ji aliyê Yekîtiya Jinên Azad ve hate bîranîn.

Di civînê de di şexsê şehîd Zîlan de şehîdên meha Hizêranê û şehîdê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn.

Zîlan bi têkoşîneke bê hemba canê xwe feda kir û bû nimûne ji tevahî jinan re.

Back to top button