Rêveberiya Xweser sedema wefata Emîn Îsa eşkere kir

Nivîsgeha Kar û Barên Edalet û Îslahê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê sedema wefata girtiyê bi navê Emîn Îsa Elî eşkere kir û got, ji ber krîza mejî jiyana xwe ji dest da, tu îşkence lê nehatiye kirin.

Daxuyaniya Nivîsgeha Kar û Barên Edalet û Îslahê ya Rêveberiya Xweser a Baku û Rojhilatê Sûriyê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Têkilarî wefata tawanbar Emîn Îsa Elî ya li Navenda Îslah û Amadehî ya li Hesekê (Xiwêran) agahdarî; Emîn Îsa Elî 22/05/2021’an bi tawana bertîlê û li gorî qanûnan hate destgîrkirin. Di 28/6/2021’an de agahiyek ji navenda li taxa Xiwêran a Hesekê hate ku Emîn Îsa Elî wefat kiriye. Li ser vê yekê tevahî tedbîrên pêwîst hatin girtin û cenaze ji bo nexweşxaneya Şehîd Sariya hate veguhestin da ku were lêkolînkirin, hemû aliyên têkildarî ji dadgeha giştî û bijîşka edlî hatin agahdarkirin. Piştî lêpirsîna bi endamên ku bi ambûlansa re bûn, ji dozgeriyê re diyar bû ku rehmetî bi tawana gendelî û dayîna bertêlan hate girtin û nexweşiyên wî yên berê û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebûn, dermanên ku malbata wî bi raçêtên tibî jê re dianîn navendê, bi kar dianî. Di encamên lêkolînkirina cenaze de diyar bû ku şopên tundî û îşkenceyê lê tunene. Li gorî raporên bijîşkan, sedema wefata wî krîza mejî ye ku encama aloziyeka rehan de derket. Li ser vê yekê malbata rehmetî, di nav de birayê wî hatin vexwendin û li gorî pîvanan hatin agahdarkirin. Her wiha aliyên têkildarî jî hatin vexwendin, da ku heger guman li ser raporên bijîşkan hebe, malbat dikare ji aliyê xwe ve 5 bijîşkan diyar bikin da ku cenaze lêkolîn bikin û sedema wefatê eşkere bibe. Lê malbatê bêyî ku lêkolîn bike cenaze bir û defin kir.

Em Nivîsgeha Kar û Barên Edalet û Îslahê bi agahiyên ku derbarê sedema wefata wî de hatin parvekirin matmayî man, ji ber ku agahiyên ne rast parve kirin û wêneyên ne li gorî nirx û pîvanên navneteweyî hatin parvekirin û rastî hatin berovajîirin. Wêneyên ku hatin parvekirin, ne yê cenazeyê rehmetî bû, lê li ser bernameya photoshopê hatine montajkirin.

Belge û raporên bijîşkan eşkere dikin ku ev îdia ne rast in. Em teqez dikin ku armanc ji van îdiyan belavkirina fitneyên û reşkirina Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em ji raya giştî ya cîhanê re teqez dikin ku parvekirinên li ser medyaya civakî û kenalên provakatîv ne rast in û ne li gorî exlaq û pêşeya ragihandinê ye.

Em sersaxî ji malbata rehmetî re dixwazin û diyar dikin mixabin mîna van rewşan normal çêdibin.

Heger gumanên malbatê li ser rewşa wefatê hebe, em dikarin komîteyeke lêpirsînê ava bikin da ku sedema wefatê lêkolîn bike.”

Back to top button