YPG’Ê BÎLANÇOYA MEHÊN SIBAT Û ADARÊ EŞKERE KIR 23 ÇETE HATINE KUŞTIN Û HEZAR 554 JÎ HATINE GIRTIN

YPG’ê bi daxuyaniyekê encamên şer û berxwedana xwe ya li dijî çeteyan û komên terorê eşkere kirin.
YPG’ê diyar kir ku di mehên Sibat û Adarê de 23 çete hatine kuştin û hezar û 554 çete jî hatine girtin.
Her wiha YPG’ê diyar kir ku di mehên Sibat û Adarê de 21 şervanên şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya xwe ya mehên Sibat û Adarê eşkere kir.

Di daxuyaniya YPG’ê ev agahî hatin parve kirin:

23’ê Adarê bi daxuyaniyekê hebûna rêxistina terorê ya DAIŞ’ê li vê herêmê bi temamî xelas bûye hat ragihandin.

Lê operasyonên li dijî DAIŞ û komên cur bi cur ên terorî ku li vê herêmê wek şaneyên veşartî xwe bi rêxistin kiriye, dewam dikin.

Di çarçoveya van operasyonan de Yekîneyên Antî terorê û Tîmên Operasyonên Taybet ku di bin sîwana YPG’ê de ne, li dijî rêxistinên terorî operasyonên taybet li dar dixin.

Di dirêjahiya mehên Sibat û Adarê de Yekîneyên Antîteror û Tîmên Operasyonên Taybet li dijî şaneyên veşartî yên herêmê 152 operasyon lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de;

Çalakî 18

Êrîşên ku hat astengkirin: 3

Hejmara terorîstên hatin girtin: 1554

Hejmara terorîstên di operasyonan de hatin kuştin: yek jê serçete 23

– Sivîlekî Êzidî hat rizgarkirin.

Di encama operasyonan de cebilxaneya ku hatiye bidest xistin:

Demançe: 12 ( Ji van 2 demançe yê bê deng in) û 1 qarton fîşekên demançe yê 9 mm

Kaleşnîkof: 2

Carcûrê kaleşnîkofê: 7

Fîşekê kaleşnîkofê: 3

RPK: 1

Dûrbîna şevê: 1

Bombeyê destan: 2

Fîşekê AKC: 30

Mayin: 9

YPG’ê diyar kir ku di meha Sibat û Adarê de di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de yek jê YPJ’ê 16 şervanên wan şehîd bûn.

Her wiha 5 şervan jî di dem û cihên cuda de di encama qezayan de şehîd bûn.

ANGO

YPG’ê diyar kir ku di meha Sibat û Adarê de yek jê şervana YPJ’ê 21 şervanên wan jî şehîd bûne .

Leave a Reply

Back to top button