Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava duh li Şehbayê Konferans li dar xistin û tê de15 endam ji bo birêvebirina kar hatin hilbijartin.
Konferans bi beşdarbûna 300 jinên Êzidî ji herêmên Efrîn, Cizîrê, nûnerên Yekitiya Jinên Êzidî yên li Helebê, Şengalê û Almanyayê pêk hat.
Rêzikname û rapora kar û xebatan hatin nirxandin û piştre ji bo avakirina Koordînasyona Meclisê, hilbijartinan dest pê kir.
Di Konferansê de 15 endam ji bo birêvebirina karê Perwerdeyê, têkiliyên diplomatîk, çand û huner, ciwan, arşîv û ragihandin li heremên Efrîn, Cizîrê û bajarê Helebê hatin hilbijartin.
Dawiyê jî konferans bi hilbijartina rêveberiya ji 5 kesî bi dawî bû.