Ciwanên Qamişlo yê Yekitiya Kedkaran dagirkerî şermezar kirin

Li Qamişlo bi dehan Ciwanên Yekitiya Kedkaran a Herêma Cizîrê bi diruşma”Werin cenga azadiyê” bi meşekê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Meşa ciwana ji Çerxerêya Şehîdan destpêkir heta Goristana Şehîd Delîl Sarûxan domiya.

Piştî meşê Ciwanên Yekitiya Kedkaran daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin:”Dewleta Tirk piştevana yekemîn a terorê ye, ev yek jî li ser erdê bi hewildanên komên terorîst û şandina li tevahî cîhanê re Lîbya, Sûriyê dupat bû.”

Hat gotin jî “Dewleta Tirk bi hinceta têkbirina PKK’ê hewl dide Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya PDK’ê û mala Barzanî ku êdî li pêş yekitiya kurd asteng in, dagir bike.”

Dawiyê Ciwanên Yekitiya Kedkaran tekez kir ew ê li dijî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin.”

Back to top button