Meclisa Leşkerî ya Suryanî: Dagirkeriya Tirk cezayê heta hetayî li 3 şervanên me birî

Meclisa Leşkerî ya Suryanî bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û 3 şervanên wan ên ku dewleta Tirk cezayê heta hetayî li wan biriye, serbest berdin.

Meclisê têkildarî mijar daxuyaniyeke nivîskî weşandin û got:

“Di êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Serêkaniyê , dewleta Tirk 3 şervanên me girtin û revandin Tirkiyê, û li wir wan dadgeh dike.

Ev tê wateya ku Tirkiyê qanûnên navneteweyî yên peymana Cinêvê yên têkildarî girtiyên şer bin pê dike.

Em van sûcên dermirovî yên li dijî qanûnên navneteweyî şermezar dikin.”

Meclisê di dawî de bang li hemû dewletên mezin, bi taybet ên têkildarî dosyaya Sûriyê kir ku tavilê destwerdanê bikin û hikumeta Tirk neçar bikin ku şervanên me bi lez berdin.

Back to top button